Dewleta Tirk careke din rojavayê Til Temirê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker careke din gundê Til Kerabît ê rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.
Nûçegihanê me li herêmê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibê careke din gundê Til Kerabît ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kir.
Dewleta Tirk duh bi şev gundên Tawîle, Til Tewîl û Til Kerabît ên rojavayê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kiribûn.
(şx)
ANHA