​​​​​​​Fermandar Akad: Hêzên me bi rêbazên nû bersiva çeteyan didin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad got hêzên wan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ji destpêka vê mehê ve, bersivandine. Her wiha diyar kir ku hêzên wan êdî di parastina ji bombebaranê de pirspor bûne û dikarin bi rêyên nû û pêşketî bersiva êrişan bidin.

​​​​​​​Fermandar Akad: Hêzên me bi rêbazên nû bersiva çeteyan didin
24 îlon, 2023   23:37

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka vê mehê ve rojane êriş gundên navçeya Til Temirê dikin. Heta niha zêdetirî 300 top li herêmê ketine. 3`yê Îlonê çeteyan hewl dan bikevin herêmê, lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê hewldanên wan şikandin û darbên giran li çeteyan dan.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad têkildarî rewş û geşedanên dawîn ên li herêmê ji ajansa me re nirxandin.

Xabûr Akad got: “Di çend rojên dawîn de dewleta Tirk a dagirker di aliyê bejahî de û bi balafirên bêmirov û çekên giran êriş herêmê kir. Komên çeteyan hewl dan ji aliyê rojavayê bajêr ve derbasî Til Temirê bibin. Lê hêzên me bi lehengî hewldan têk birin û darbên giran li wan dan.′

`BI OPERASYONA XURTKIRINA EWLEHIYÊ RE ÇETEYAN JI GELEK ENIYAR ÊRIŞ KIR`

Akad wiha domand: “Bi destpêkirina operasyona QSD`ê ya `Xurtkirina Ewlehiyê` ya li Dêrazorê re û pêşketina hêzên me yên antî terorê li wan herêman, êrişên dewleta Tirk a dagirker zêdetir bûn û fişarên mezin li hêzên me kirin û ji gelek eniyan êriş kirin. Lê dîsa jî hêzên me êriş bersivandin.”

27`ê Tebaxê QSD`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê û bazirganên narkotîkê, operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ da destpêkirin û operasyon berdewam e.

`PARASTINA SIVÎLAN ARMANCA ME YA SEREKE YE′

Xabûr Akad behsa rewşa sivîlan jî kir û got: “Sivîlên li gundên dihatin topbarankirin, ditirsiyan, lê belê moralên wan bilind bûn. Dema hêzên me bersiva êrişan didan ew tirs veguherî baweriyeke mezin bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ku dikarin wan biparêzin û bersiva wan êrişan bidin.”

Akad diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Til Temirê pêşîn sivîlan ji êrişan diparêzin û cihekî ewle ji wan re peyda dikin, piştre bersiva êrişan didan. Her wiha got, dema ewlehî vedigeriya hêzên wan sivîl vedigerandin warên wan.

`DAGIRKERÎ ÊRIŞÊN BI BALAFIRÊN BÊMIROV ZÊDE KIRIN`

Ji destpêa meha çûyî ve û heta destpêka vê mehê, tevgera balafirên bêmirov ên dewleta Tirk û êrişên balafiran zêde bûn. Akad têkildarî wan êrişan ev agahî parve kirin: “Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk 8 caran herêm bombebaran kir. Di encamê de tenê zirarên madî çêbûn. Di nav hêzên me de birîndarî tune bû. Îro êdî hêzên me dikarin bi rê û rêbazên nû û pêşketî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, xwe biparêzin. Her wiha şervanên me li ser rêbazên xweparastinê ji balafirên bêmirov û danîna kemînan li pêşiya êrişkeran, bi awayekî baş perwerde bûne.”

`SEWQIYAT Û TEVGERÊN DAGIRKERIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ LI ENIYÊN TIL TEMIRÊ`

Ji bo naskirina rewşa dawîn li eniyên Til Temirê, Akad got: “Sewqiyatên mezin ên dewleta Tirk a dagirker li eniyên Til Temirê hene. Nemaze piştî destpêkirina operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê`. Hêzên me, wan tevgeran dişopînin û li gor wê tedbîrên leşkerî digirin.”

`DIVÊ GELÊ ME BI ME BAWER BE Û DIVÊ DAGIRKERÎ BIZANE KU HÊZÊN ME AMADE NE HERÊMÊN XWE BIPARÊZIN`

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Xabûr Akad got: “Ji roja yekemîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê ve dawiya 2019`an û heta îro, hêzên me bi lehengî li hember êrişan li ber xwe didin. Hêzên me hegemoya çeteyên dewleta Tirk a dagirker di êrişan de şikandin. Me ji hemûyan re teqez kir ku em amade ne. Me ji dagirkeriyê re îsbat kir ku ewqas ne hêsan e derbasî Til Temirê bibe. Îro pêkhateyên herêmê tevahî vê axê diparêzin.”

Di dawiyê de Akad peyamek da gelên herêmê û got: “Em zarokên gelên vê axê ne. Divê hûn bi hêzên xwe bawer bin ku dikarin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Hêzên me dixwazin aramî û ewlehiyê pêk bînin.”

(şx)

ANHA