​​​​​​​Astengiyên li pêşiya normalîzekirina têkiliyên Misir û Tirkiyeyê

Ruxmî tevgerên diplomatîk ên di navbera Misir û Tirkiyeyê de, lê hinek alozî û dosya hene ku di rêgeha normalîzekirinê ya di navbera her du welatan de dibin kelem. Gelo dê her du welat van nakokî û aloziyan derbas bikin?

​​​​​​​Astengiyên li pêşiya normalîzekirina têkiliyên Misir û Tirkiyeyê
23 îlon, 2023   01:50

Di navbera civîna G20 a li Hindistanê pêk hatibû de, serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî û serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civiyan. Hinek aliyan ev hevdîtin wekî gaveke nû ber bi normalîzekirina têkiliyên her du welatan ve nirxand.

Ruxmî ku di normalîzekirina têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de tevgerên bi lez, bi taybetî di qada aborî de hene, lê gelek dosyayên asêmayî di navbera her wan de hene. Li gorî çavêdran ev dosya mîna mayînan li pêşiya rêgeha normalîzekirinê ya di navbera her du welatan de ne. Ji van dosyayan; rewşa Lîbya û şerê li Sûdanê ye. Her yek ji van dewletan (Misir û Tirkiyeyê) dixwaze li gorî rêbazê ku ew  dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin.

SEWAKIN Û DANAÎLA

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Mihemed Ebû El Fedil anî ziman ku nêzîkbûna di têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de hevrikiya li ser dosyayên li herêmê yên di navbera wan de betal nake.

Ebû El Fedil ji ANHA′yê re nirxandin kir û got, dosyayên herêmî hene ku cihê hevrikiya her du welatan e, her wiha berjewendiyên bi nakok ên her du aliyan hene û her dewletek ji wan dixwaze berjewendiyên xwe li gorî rêbazên ku dixwazin bi cih bînin.

Ebû El Fedil bi dewama axaftina xwe de got: "Rewşa Lîbya û Sûdanê mijareke sereke di têkiliyên Enqere û Qahîreyê de ye, nemaze Misir ewlehiya her du welatan (Sûdan û Lîbyayê) wekî ewlehiya xwe ya neteweyî dibîne. Tirkiye vê yekê di ber çavan re digre û di pêvajoya herî giran a nakokiyan de rasterast dest neda berjewendiyên Misirê yên li her du welatan. Alîkariyên ku Misirê piştî karesata bahoza Danîalê ji rojhilatê Lîbyayê re şand beşek ji rewşa hevrikî û aloziya herêmî ya di navbera her du welatan de ye. Dibe ku sedema lezbûna Misirê ya ku alîkariyê bide Lîbiyayan ew bû ku Misire ditirse senaroyaya berî çend salan a li rojavayê Lîbyayê rû dabû, dûbare bibe. Tirkiyeyê jî hebûna xwe ya leşkerî û çeteyên xwe bi cih kir, di heman demê de peymanên aborî bi hikumeta Terablusê re îmze kirin."

Şîrovekarê siyasî yê ji Misirê bal kişand ser serdana fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan a li Enqereyê ku beriya çend rojan pêk hatibû û ev nirxandin kir: "Dibe ku ev serdan rê li ber nakokiyên nû yên Misir û Tirkiyeyê veke, nexasim El Burhan ji bo lêgerîna li alîkariyan ku ji Misirê negirtin, berî da Tirkiyeyê. Di encamê de Tirkiyeye ev helwest wekî fersenekî dît da ku li beramberî hebûna tirkan a li girava Sewakin a li Deryaya Sor alîkariyan bide Sûdanê. Dibe ku ev berdêl jî bandoreke mezin li rêgeha normalîzekirinê ya di navbera her du weletan de bike."

Ebû El Fedil hişyarî da û got ′′Ji ber astengiyên ku ji encama şer derketine pêşberî wî, dibe ku El Burhan xwe nêzîkî Tirkiyê bike ji bidestxistina piştgiriya leşkerî, beramberî ku ew jî rê bide pêkanîna projeya hebûna Tirkiyê li girava Sewakin`ê, ev yek jî dê rê li pêşiya hin rikberiya di navbera Qahîra û Enqerê der barê dosyaya Sûdanê de."

ÎDEOLOJIYA ERDOGAN

Pisporê kar û barên Tirkiyeyê Dr. Ûsama El Seîd da zanîn ku ji destpêka dan û standinên nêzîkbûnê yên sala 2021′ê ve heta têkiliyên li ser asta diplomatîk di nava 2023′yan de gavên mezin di têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de hatin avêtin.

Her wiha diyar kir ku di rêgeha têkiliyên her du welatan de gavên pir mezin hatin avêtin û her du welatan rewşa alozî û nakokiyên beriya 2013′an de derbas kirin û ketine pêvajoya normalîzekirina têkiliyên xwezayî.

Têkildarî nakokiyên di navbera her du welatan de El Seîd wiha got: "Ji destpêka normalîzekirinê ve nêrîna Tirkiyeyê ya li gelek dosyayan ji nêrîna Misirê cuda ye. Ji wan nêrînan; hewldana Tirkiyeyê ya destwerdana li dosaya Fililstînê û lidarxistina hevdîtinekê di navbera serokê Filistînê û serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyê de. Dosyaya Filistînê ji bo Qahîreyê hesas e. Di dîrokê de destwerdana Tirkiyeyê tu pêşketin di xizmeta doza Fililstînê de pêk neanîn. Sedem ew e ku Tirkiye xwe li aliyekî digire û tevgerên wê ji bingehên îdeolojîk in. Ji vê zêdetir Enqere hîna tênehiştiye bandorên doza Filistînê. Ev jî dihêle ku rola wê di dosyaya Filistînê de neyinî be. Destwerdana Tirk di dosyaya Filistînê de ji bo gelek saziyên Qahîreyê bû cihê nerazîbûnê, nemaze ku ev doz ji bo Misirê girîng û stratejîk e."

El Seîd bal kişand ser serdana Erdogan li hin welatên Ereban û got: "Erdogan serdana hinek welatên Ereban wekî Erebistana Siûdî û Îmaratê kir, lê Misirê paşguh kir, vê yekê jî derfetên kûrkirina têkiliyên her du welatan kêm kir. Ev nayê weteya ku nakokî di navbera her du aliyan de hene, lê eger serdan Qahîreyê jî di nav xwe de girtiba wê zexmeke mezin daba têkiliyan. Diyar e hin hesabên din ên Enqereyê hene."

Ûsama El Seîd îşaret pê kir ku dosyaya Lîbyayê yek ji xalên bi nakok ên di navbera Qahîre û Enqereyê de ye, nemaze ku helwesta Tirkiyeyê ya têkildarî Lîbyayê negihiştiye wê asta ku saziyên hikumeta Qahîreyê dixwazin.

El Seîd her wiha got: "Yek ji nakokiyên di navbera her du welatan de, Erdogan demên dawiyê soz daye ku rewşeke taybet ji bo hin endamên Îxwan El Muslimîn li Tirkiyê peyda bike, ew ên ku bi awayayeke ne rewa li Tirkiyê dijîn. Dibe ku ev kiryar ji bo têkiliyên her du welatan biçûk bin û her çiqas xuya dikin ku bandorê li têkiliya her du welatan de nake, lê nîşan dide ku reftara Tirkiyê hîna negihiştiye rastiya têkiliyê stratejîk ên bi Qahîreyê re. Her wiha hin kiryar jî hene ne siyasî ne lê bêtir îdeolojî ne û li ser bingeha ka dikare çiqas berjewendiyan di têkiliya Enqerê û Qahireyê de pêk bîne.

Niha gog di stada Enqereyê de ye, ji xwe Qahîre gelek sebir û hikmet ji bo dosyaya da, lê siyaseta Tirkiyeyê ya li hemberî Misirê hîna bi nakok û tevlihev e."

(bb)

ANHA