Ji ber şerê hêzên Şamê û Dîfa El Wetanî du kesên din birîndar bûn

Ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û endamên wê yên Dîfa El Wetenî de ji malbatekê, yek jê zarok, du kes birîndar bûn.

Ji ber şerê hêzên Şamê û Dîfa El Wetanî du kesên din birîndar bûn
21 îlon 2023   19:49

Li Hesekê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û endamên wê yên Dîfa El Wetenî de dewam dike. Beriya çend kêliyan topek li maleke li taxa Omer a bajar ket.

Li gorî agahiyan di encama topbaranê de jina ciwan a bi navê Beyda Hesen El Hecîn (22) û zaroka bi navê Nexem Hisên El Hecîn (12) birîndar bûn. Birîndar birin nexweşxaneyê.

Her wiha topek din li nêzî sûka Yekşemê ya taxa Telaî nêzî firina Lezgîn ket.

Di saetên vê êvarê de li taxa Kelasê topek li malekê ketibû, di encamê de zarokekî du salî bi navê Yûsif Zêdan Mihemed birîndar bû. Jêderên topan çargoşeya ewlehiyê ya bajar e.

ANHA