Navbera Zanîngeha Rojava û Binghamton peyman hat imzekirin

Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Binghamton ji bo têkiliyên zanistî û akademî peymaneke îmze kir.

Navbera Zanîngeha Rojava û Binghamton peyman hat imzekirin
17 îlon, 2023   13:44

Zanîngeha Rojava bi rêya malpera xwe ya medya dijîtal ragihand ku Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Binghamton a li bajarê New Yorkê peymaneke akademîk îmze kir.

Zanîngehê diyar kir ku ev peyman di çarçoveya xurtkirina têkiliyên zanistî û akademî li ser van çend xalan de pêk hatiye.

Xalên peymanê wiha ne:

- Projeyên lêkolînî yên hevbeş di warên berjewendiya hevbeş de.

- Pevguhertina weşan û raporên akademîk.

- Di rêbazên hînkirina nûjen û çêkirina semîneran de şarezayan bi hev re parve bikin.

- Organîzekirina sempozyûm, komxebat û konferansên hevbeş.

- Şandina xwendekaran di navbera her du zanîngehan de pêk bê.

- Çalakiyên din ên ku her du alî jê sûd bigirin.

(sb)

ANHA