​​​​​​​Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe didomînin

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe didomînin ku hindek maye derbasî meha xwe ya duyemîn bibe û daxwazên xwe yên guhertina siyasî û çûyîna Esed teqez dikin.

​​​​​​​Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe didomînin
17 îlon, 2023   13:34

Bi dehan şêniyên Siwêdayê li qada Kerame bi beşdariyeke berfireh a jinan xwepêşandanan didomînin û daxwazên xwe yên rewa yên hilweşandina rejîmê, çûyîna Esed û pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254 didomînin.

Xwepêşandêran siloganên "Ol a xwedê û welat a  hemiyan e" û "Hilweşe rejîma Baas" hildan.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku li bajarokê Qenewat ê parêzgeha Siwêdayê kesên nenas li ser dîwarê dibistanekê "Zarok bi hezkirin û zanistê ne bi siloganên sexte yên Baas mezin dibin", “Birêz mamoste beriya berzkirina dirûşmê bi wijdanê xwe bike” û “Hilweşe Baas” nivîsandin.

(mh)