Di êrişa dewleta Tirk a li Şengalê de 3 şervanên YBŞ`ê şehîd bûne

YBŞ’ê ragihand ku di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk a dagirker de 3 şervanên wan şehîd bûne.

Di êrişa dewleta Tirk a li Şengalê de 3 şervanên YBŞ`ê şehîd bûne
17 îlon, 2023   13:56

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk ya li dijî wesayitekê li Çiyayê Serdeşt ê Şengalê daxuyanî da.

Daxuyaniya YBŞ’ê wiha ye:

“Îro di saet di 13:50’an de ji aliyê balafirên dewleta faşîst û qirker a dewleta Tirk ve wesayîteke hêzên me hate hedef girtin. Di encama vê êrişa hovane de 3 hevalên me şehîd bûn.

Ev êrişên dewleta dagirker û qirker a Tirk bi armanca têkbirina aramiya Şengal û vegera gelê me a li ser cih û warê xwe ye. Dijmin û xayinên ku difikirin bi van êrişên tirsonek bi me gav paş de bidin avêtin bila bizanibin; em ê li ser rêça şehîdên xwe bimeşin heta ku em doza wan bibin serî. Em heya ev doz bi serkeftinê tacîdar nebe dev ji vê têkoşîn û berxwedana xwe ya mafdar bernadin.

Wê nasnameya hevalên me yên şehîd, demên pêş bi awayekî berfireh bi raya giştî re were parvekirin.”