ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-9-2023
14 îlon 2023   23:00

Endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Herêma Firatê destnîşan kir ku berxwedana gerîla dîrokeke nû ya gelê herêmê nivisî. Her wiha gotin dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan gelê herêmê qir bike, ji ber wê jî divê gel bi hevgirtinekê piştgirî bide hêzên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên kantona Hesekê piştgirî dan jinên Siwêdayê û her şoreşekê bi pêşengiya jinan. Her wiha teqezî bi girîngiya hevgirtinê ji bo pêkanîna armancan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

9 sal di ser êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser Kobanê re derbas dibin, lê rewşa heyî nîşan dide bi hemû rê û rêbazan êriş şerekî topyekûnê li ser herêmê tê meşandin. Armanc ji van êrişan têkbirina QSD û Rêveberiya Xweser e. (BI WÊNE)

Endamê Têkiliyên Giştî ya Meclisa Idliba Kesk Ehmed El Şewa got QSD`ê û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî projeya Rêveberiya Xweser, ewlehî û aramiya herêmê têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çandina pîvazê îsal li kantona Şehbayê tevî dorpêçê, rêgeza xwetêrkirinê pêk anî. Hilberîna salane gihaşt zêdetir 25 hezar tonî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekirina mûnetê kir. Ev adet jî adeteke kevin a herêmê ye ku her kes li gor pêdivî û derfetên xwe mûnetê amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Cotkar û Sewalvaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mîhrîcana Hespên Esîl li bajarokê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li dar dixe, saet di 08:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê turnovaya mehane ya lîstika kişikê ji bo keç û xortan li navenda meclisê ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi boneya salvegera 9'emîn a salvegera êrişa çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê, li qada Jina Azad daxuyaniyekê didin, saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo şahiyekê ji bo piştgiriya QSD'ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar dixe, saet di 20:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)