Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de alozî

Li başûrê bajarê Cerablusa dagirkirî alozî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de derket, sedema aloziyê nakokiyên li ser deriyê Hemran.

Di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de alozî
14 îlon, 2023   19:21
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku nûçegihana me bi dest xistine, li gundên başûrê bajarê Cerablusa dagirkirî di navbera çeteyên Cebhe Şamiyê û Heyet Tehrîr El Şam ên dewleta Tirk a dagirker de alozî derket.

Çavkaniyan ji nûçegihana me re da zanîn ku ew herêm wek herêmeke leşkerî hat ragihandin û sivîl ditirsin derbasî wê bibin nexasim ji ber amadekariya çeteyan ji pevçûnê re.

Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam "Cebhet El Nusra ya berê" hewl didin deriyê Hemran ê başûrê gundê Xendûra yê Cerablusê kontrol bikin û dest deynin ser û çeteyên mayî jê derxin.

(mh/şx)