Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ne, daxwaza hevdîtinê kirin.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12 îlon, 2023   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê ya Ewlekariya Bilind tê ragirtin û zêdetirî 30 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Parêzeran, ji bo hevdîtina bi Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî hem serî li dozgeriyê û hem jî li midûriyeta girtîgehê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Abdullah Ocalan di 12 salên dawî de tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin pêk aniye. Di ser hevdîtina herî dawî ya parêzeran a di 7’ê Tebaxa 2019’an de 4 sal derbas bûn.