​​​​​​​Li Efrînê welatiyek hat revandin û komên talankirinê  hatin avakirin

Çeteyên ′Polîsên Leşkerî′ welatiyek ji navçeya Cindirêsê revand. Ji bo dizîna berhema zeytûnan jî kom hatin avakirin.

​​​​​​​Li Efrînê welatiyek hat revandin û komên talankirinê  hatin avakirin
12 îlon, 2023   10:37
ŞEHBA

Li Efrînê, sûcên dermirovî, guhertina demgorafî, dizî û guhertina demografî bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê dane, çeteyên ′Polîsên leşkerî′ di 6′ê Îlonê de welatiyê bi navê Haşim Xezal ê ji gundê Bablîtê yê heman navçeyê revandin û birin cihekî ne diyar. Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan Haşim Xezal bi tawanên derew revand da fidiyê ji malbata wî bisînin.

Çavkaniyekî din jî da zanîn ku çeteyê bi navê Ebû Hesen El Muwalî  li Raco, Cindirsê û Şiyê ji welatiyên êla xwe (êla Muwalî) kom ava kirin, erka van koman ew e ku bi navê baceyan berhemên zeytûnan ên şêniyan talan bikin.

Li gorî çavkanî, talankirin wê bi koordînaya navbera çete Ebû Hesen El Muwalî û bendên kontrolê yên çeteyan de pêk bê da ku li ser parvekirinê nakokî di navbera wan de çênebe.

(fr)

ANHA