Di teqîna bermahiyeke DAIŞ′ê de zarokek birîndar bû

Di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ′ê de li navçeya Til Temirê ya Hesekê zarokek birîndar bû.

Di teqîna bermahiyeke DAIŞ′ê de zarokek birîndar bû
12 îlon, 2023   09:52
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Til Temirê dane, di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ′ê yên êrişên 2015′an li ser navçeyê de, zarokê bi navê Husam Mutleq (13) ê ji gundê Wadî Necme yê bakur-rojavayê navçeyê birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku bijîşkên Nexweşxaneya Lêgerîn a navçeyê ragihand ku di hemû gewdeya zarok de parçe hene. Lê bijîşkan rewşa tenduristî bi zelalî aşkera nekir.

Vê sibehê jî li bakurê Minbicê di encama teqîna berhamiyên topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajêr de 2 zarok birîndar bûn.

(fr) 

ANHA