Bîlançoya lehiya li Lîbyayê giran dibe

Ji ber baran û bahoza Daniyal a li rojhilatê Lîbyayê, tê gotin ku bi sedan kes, dibe ku bi hezaran kes miribin.

Bîlançoya lehiya li Lîbyayê giran dibe
12 îlon, 2023   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta paralel a li rojhilatê welêt Usame Hamad ji medya xwecihî re axivî û diyar kir ku 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye, bi hezaran kes jî winda ne.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ku rojhilatê welêt kontrol dike, diyar kir ku li bajarê Dernayê herî kêm 2 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.

Berdevk Ehmed Mismarî di civîna çapemeniyê de ragihand ku bendavên li jorê bajarê Akdenîzê teqiya ne û bûne sedema lehiyên mezin. Mismarî her wiha diyar kir ku ji 5 heta 6 hezar kesî winda ne.

Di halê hazir de tu ji çavkaniyê nexweşxane û tîmên rizgarkirinê, bîlançoya hikumetê piştrast nekirine.

Bahoza Daniyalê bi taybetî bandor li herêmên Derna, Cebel El Ahdar û banliyoya El Marjê kir.