QSD'ê serçeteyekî DAIŞ'ê girt

QSD'ê ragihand ku hêzên taybet li bajarokê Bisêra yê Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ'ê girt.

QSD'ê serçeteyekî DAIŞ'ê girt
11 îlon, 2023   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û ragihand ku li bajarokê Bisêra serçeteyekî DAIŞ'ê girtiye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên taybet li gor agahiyên teqez, 3'yê Îlonê bi ser malekê de girt ku çeteyê bi navê Yehya Ehmed El Hecî (Ebû Bera El Hesen) xwe lê vedişart û ew girt.

Ebû Bera El Hesen ji Sifîrê û berpirsê malî yê rêxistina Wileyata El Şam e û serçeteyê Heyet Qiyade El Eskeriye ya rêxistinê, berpirsê fînansekirina şaneyên terorîst e.

Dema DAIŞ'ê Reqa û Dêrazorê kontrol kiribû, Ebû Bera El Hesen alîkarê berpirsê malî yê Heyeta Malî ya DAIŞ'ê ye. Di fînansekirina şaneyên terorîst, plankirina êrişan û amadekirina fînansekeran de kar dike.

(şx)