Ji Komîna Şanoyê ya kantona Efrîn û Şehbayê 18 şagirt derçûn

Îro ji Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê piştî mehekê ji perwerdeya li ser bingehên şanogeriyê li hola Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê,18 şagirt derçûn.

Ji Komîna Şanoyê ya kantona Efrîn û Şehbayê 18 şagirt derçûn
11 îlon, 2023   14:40
ŞEHBA

Komîna Şanoyê ya Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrîn û Şehbayê di destpêka meha Tebaxa borî de dewreya perwerdeyê ya li ser bingehên şanogeriyê li dar xist ku 18 şagirt tev lê bûn.

Piştî qedandina perwerdeyê, dewre bi pêşkêşkirina lîstikekê ji aliyê 18 beşdarên wê li hola Çiyayê Kurmênc bi beşdariya endamên sazî û yekitiyên sivîl bi dawî bû.

Lîstik bi navê "Gera Pêşerojê" bû ku bal dikişîne ser guhertina cîhanê di pêşerojê de û kontrolkirina kapîtalîzm û bindestiyê li ser wê û tunebûna hemû awayên jiyana civakî û xwezayê û veguhastina mirovan ji bo robotan.

(mh/şx)

ANHA