Xwepêşandanên Siwêdayê didomin

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe bi daxwaza guhertina siyasî li gor biryara 2254 û çûyîna Esed didomînin.

Xwepêşandanên Siwêdayê didomin
11 îlon, 2023   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di çarçoveya domandina xwepêşandanên Siwêdayê de, bi dehan şênî li qada Kerame ya bajêr kom bûn û daxwazên xwe yên pêkanîna guhertina siyasî li gor biryara navneteweyî ya 2254, pêkanîna nenavendiyê, avakirina desteyeke niştîmanî ya demokratîk, berdana girtiyên li ba hikumeta Şamê û çûyîna Esed, teqez kirin.

Ji 20'ê Tebaxê de piştî paşveçûna rewşa aborî û jiyanî û paşguhkirina vê yekê ji aliyê hikumeta Şamê ve, xwepêşandan li Siwêda û bajarokên derdora wê didomin. Hemwextî wê jî navendên partiya Baas û rêyên bajêr hatine girtin ku xwepêşandêr banga guhertina siyasî û hilweşandina rejîmê dikin.

(mh/şx)