​​​​​​​Belavkirina pêdiviyên xwendinê li 100 xwendekarî

Komîteya Parastina Mafên Zarokan a Şilêr pêdiviyên xwendinê li 100 xwendekaran belav kir.

​​​​​​​Belavkirina pêdiviyên xwendinê li 100 xwendekarî
11 îlon, 2023   14:04
QAMIŞLO

Bi armanca ku şadiyê bixe dilê zarokan û piştgiriya malbatan bike, Komîteya Parastina Mafên Zarokan a Şilêr çente û pêdiviyên xwendinê li 100 zarokan belav kirin.

Belavkirina bi koordîneya komînên taxên Şêxmeqsûd bû.

Komîteyê xebatên belavkirinê îro li komîna Şehîd Fexrî Musillî ya taxa Kornîş a Qamişlo bi dawî kir.

(şx)

ANHA