Rola dayîkê di rêgirtina li pêşiya narkotîkê de girîng e

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya di çarçoveya çalakiyên xwe de, semînerek têkildarî metirsiyên narkotîkê li ser kes û civakê li dar xist.

Rola dayîkê di rêgirtina li pêşiya narkotîkê de girîng e
11 îlon, 2023   13:52
REQA

Meclisê semîner li bajarokê El Hews ê rojhilatê Reqayê li dar xist. Di semînerê de, şêniyên bajarokê, endamên Komîteya Jinan a Meclisa Gel a bajarokê beşdar bûn. 

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbya, Hefîza Mela semîner bi rêve bir û behsa bandora şerê taybet li dijî civakê û rola wê di belavkirina narkotîkê de kir. 

Hefîza destnîşan kir ku bazirgan, destpêkê ciwanan dikin hedef bi taybet xwendekaran. Her wiha Îşrat bi rola malbatê di hişyarkirina zarokên xwe de kir.

Endama Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Emîne El Casim axivî û got pêwîst e dayîk haj tevgerên zarokên xwe hebin û wan ji vê diyardeyê hişyar bikin.

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Aya Mihemed balkişand ser cureyên narkotîkê û çawa derbasî herêmê tê kirin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ji 1`ê Tebaxê ve dest bi kampanyekê ji bo hişyarkirina civakê ji narkotîkê bi dirûşma “Bi hev re civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin” kir.

(şx)

ANHA