Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn

Çalakiya konvedanê ya ku Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li Dêrikê li dar xistibû, bi tevlêbûna bi sedan şêniyên navçeyê Qamişlo bi dawî bû.

Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn
Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn
Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn
Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn
Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn
Bi sedan xwepêşandêr tev li çalakiya konvedanê bûn
11 îlon, 2023   13:57
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê di 9'ê vê Îlonê de bernameya çalakiyên xwe yên ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera kir, ku tê de xwepêşandan û çalakiyên konvedanê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê ya Rojhilata Navîn e" tên lidarxistin.

Çalakiya konvedanê duh li Dêrikê dest pê kir û îro piştî tevlêbûna bi sedan xwepêşandêrên ji navçeyên Qamişlo (Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer) bi dawî bû.

Xwepêşandan ji qada Azadiyê ya Dêrikê dest pê kir, li nav kolanên bajêr geriya û ber bi çalakiya kovedanê ya li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve bi rê ket.

Li wir endamê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Hesen Hemze got: "Aramî û aştiya herêmên me bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatine pêkanîn."

Hemze soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Her wiha hevseroka Meclisa navçeya Dêrikê Zulfa Bedro destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne tenê wî, her wiha ew hemû gelên ku fikrê wî dişopînin û gelên azadîxwaz hedef digire û got: "Em ê têkoşîna xwe ya li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan heta bidawîkirina tecrîdê bidomînin."

Piştre, endamê Meclisa navçeya Til Koçerê Salih Kino banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û soza şopandina fikr û felsefeya wî da.

Endamê Meclisa navçeya Çilaxa Sirûr Şetî jî soza bilindkirina asta têkoşînê da û got: "Heta ku em hêza xwe ji fikrê neteweya demokratîk û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digirin, kes nikare me têk bibe."

Endamê Meclisa Rûspiyan a Dêrikê Hewas Cidêh îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ji bo têkbirina komployên li dijî me divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin."

Çalakiya konvedanê bi gerandina govendan di ber stranên şoreşgerî yên Koma Elefteriya ya Dêrikê re bi dawî bû.

Tê payîn ku çalakiyeke din a konvedanê li navçeya Dibrêsiyê ya kantona Hesekê di dema pêş de bê lidarxistin.

(mh/şx)