`Bi saya QSD`ê jiyan li rojhilatê Dêrazorê vegeriya divê operasyon xurttir be`

Şêniyên gundewarê Dêrazorê bang li QSD`ê kir ku operasyona xwe ya ewlehiyê xurttir bike û hesabê ji kesên di vê dawiyê de tevlihevî li herêmê çêkirin, bipirse. Her wiha fedakariyên hêzan di operasyonê de silav kir.

`Bi saya QSD`ê jiyan li rojhilatê Dêrazorê vegeriya divê operasyon xurttir be`
11 îlon, 2023   13:43
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Şêniyên gundewarê Dêrazorê ji ajansa me re axivîn dema ku rewşa herêmê dişopand. Şêniyan got ew dixwazin saziyên xizmetguzariyê, bajarok û bajarên xwe ji wêraniyê biparêze, nemaze ku komên çekdar û yên sûcdar, ev sazî wêran kirin. Ji ber wê bang li hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bidomîne û xurttir bike.

Ajansa me wêraniya ku şaneyên DAIŞ`ê û komên sûcdar gihandiye nirxên herî pîroz ên civakê, goristanên şehîdan, talankirina kel û pelên mizgefat li nêzî goristanê û saziyên xizmetguzariyê yên gundan, şopandin.

Welatiyê bi navê Îsamîl El Hesen ê ji bajokê Bisêrayê got: “Saziyên sivîl bi gelemperî wêran bûne. Firin nema dixebitin. Ew jî êşên welatiyan zêde kirin.”

El Hesen bang li QSD`ê kir ku hesabê ji kesên mal û milkên giştî wêran dikin û tevliheviyê li herêmê derdixin, bipirse.

Her wiha El Hesen wiha domand: “Em piştgiriya QSD`ê dikin. Divê operasyona xwe xurttir bike. Hesabê ji yên fitneyê derdixin, bipirse.”

Welatiyê bi navê Seîd El Xidir ê ji bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê wiha anî ziman: “Ji ber wêraniya li firinên bajarokê hatiye, nan li cem me qut bû. Lê piştî ku QSD`ê ew kom ji bajarokê qewitandin, nan li xelkê belav kir.”

El Xidir destnîşan kir ku bi saya QSD`ê rewş aram bûye û jiyan vegeriye rojhilatê Dêrazorê, lê bang kir ku divê ev xebat bê xurtkirin.

Welatiyê bi navê Elî El Mixlef ê ji bajarokê Tiyane yê rojhilatê Dêrazorê jî got: “Em spasiya QSD`ê dikin ku ewlehî li rojhilatê Dêrazorê sepand. QSD`ê nûnertiya me dike. Em nahêlin, kesên xwefiroş ewlehiya herêmên me têk bibe û divê ev operasyon ji vê xurttir berdewam bike.

(şx)

ANHA