Ji Wezareta Hundirîn a Mexribê bîlançoya nû ya erdhejê

Wezareta Kar û Barên Hundirîn a Mexribê ragihand ku hejmara kesên di erdheja El Hewzê de jiyana xwe ji dest dane derket 2 hezar û 467 kesan û 2 hezar û 476 kes birîndar bûne.

Ji Wezareta Hundirîn a Mexribê bîlançoya nû ya erdhejê
11 îlon, 2023   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bîlançoya mexdûrên erdheja Mexribê giran dibe. Li gor Wezareta Kar û Barên Hundirîn a Mexribê heta niha 2 hezar û 497 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 476 kes birîndar bûye.

Piştî erdhejî Wezareta Perwerdeyê ya Nîştimanî dewam li 42 daîreyên kantonên ku erdhej lê çêbûye, taloq kir.

Tevî zirarên canî, metirsî li ser cihên dîrokî hene. Nemaze li Merakişê ku ji ber erdhejê bajarê kevnar ê li bajêr û cihên din ku di lîsteya UNESCO`yê de ne, zirar lê hatibin.  

(şx)