Li kampa El Hilwa ya Lubnanê 4 kes hatin kuştin

Li kampa Eyn El Hilwa ya penaberên filistînî li başûrê Lubnanê, şer berdewam e. Di encamê de 4 kes hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Li kampa El Hilwa ya Lubnanê 4 kes hatin kuştin
11 îlon, 2023   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kampa Eyn El Hilwa ya penaberên filistînê li başûrê Lubnanê, ji dawiya Tîrmehê ve şer di navbera tevgera Fetih û komên çekdar ên tundraw de berdewam e ku di encamê de bi dehan kes hatin kuştin.

Piştî ragihandina agirbestê ku mehekê dom kir, destpêka hefteyê dîsa şer dest pê kir. Li gorî Ajansa Alîkarî û Xebatê ya NY ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Reutress ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek lubnanî û 2 çavkaniyên filistînî, da zanîn ku herî kêm du ji wan sivîl in

(şx)