′Ji bo aştiyeke mayînde divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku aştiyeke mayînde bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo pêkanîna vê armancê dê xeta têkoşînê bidomînin.

′Ji bo aştiyeke mayînde divê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were′
10 îlon, 2023   23:35
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi siyasetên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nikare ramanên Rêber Abdullah Ocalan têk bibe. Şêniyan got, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di her malekê de zindî ye.

Welatiyê bi navê Elî Hacî tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Divê dewleta Tirk êdî fêm bike ku nikare ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya tecrîdê ji me veşêre. Tevahî gelên ku ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê tê dikoşin, ramanên wî ji xwe re kirine bingeha jiyana xwe.”

Welatiya bi navê Qanîa Hacî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan şermezar kir û wiha domand: “Di girankirina tecrîdê de rastiya rêxistinan aşkera bû ku  qaşo banga parastina mafên mirovan dikin.′′

Welatiya bi navê Eyşe Ubêd jî got: “Ji bo aştiyeke mayînde, pêwîstî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye, ku bi dehan salan e di nav tecrîdê de ye û heta niha tu agahî jê nayên girtin.′′

Welatiyê bi navê Mehmûd Kalî diyar kir ku li gel berdewamkirina tecrîdê, ne pêkane behsa azadiya gelan bê kirin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker nikare ramanên Rêbertî ji me veşêre, ji ber ku ramanê wî di her malekê de cih girtiye.”

Kalî destnîşan kir ku têkoşîna wan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam e.

(şx)

ANHA