Fermandar Elî El Yûsif: Dagirkeran çekên jehrî  li dijî Minbicê bi kar anîn

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çekên jehrî jî di nav de, tevahî cureyên çekan li dijî herêmê bi kar anîn.

Fermandar Elî El Yûsif: Dagirkeran çekên jehrî  li dijî Minbicê bi kar anîn
11 îlon, 2023   02:06
MINBIC-DICLE EHMED

Çete û artêşa dewleta Tirk a dagirker ji 1`ê Îlonê ve bi awayekî hovane êriş gundên bakur û rojavayê Minbicê dikin û qadên sivîlan dikin hedef. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê berisva wan êrişan didin û heta niha tevahî êriş hatine têkbirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê Elî El Yusif ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dem demê gundên navçeya Erîme ya rojhilatê Babê topbaran dike û qadên sivîlan dikin hedef.

Elî El Yûsif anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina sivîlan armanc dike vîna hêzên meclisê bişkîne û got: ′′Dagirker nikarin li hember hêzên me yên fedaî xwe ragirin.”

El Yusif destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 7 salan ve êriş dike û di encamê de windahî û zirarên mezin li milkên sivîlan bûne.

El Yusif di dewama axaftina xwe de got: “Çeteyên dewleta Tirk a dagirker herêmê topbaran û bombebaran dikin. Tevahî çekên sivik û giran wekî kilaşînkov, moşekavêj û balafirên bê mirov bi kar tîne. Vê dawiyê bi bombeyên ku dûmana spî derdixe  gundê Til Torîn ê nêzî eniyên şer topbaran kir. Li gor agahiyên li ber destê me, ew çek ên jehrî ne.”

El Yusif aşkera kir ku dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li seranserî eniyên şer ên di navbera herêmên dagirkirî û yên rizgarkirî yên bakur û rojavayê Minbic û Babê de bi cih kirine û wiha pê de çû: “Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cehbet El Nusra), li seranserî eniyên şer û gundên ku şêniyên wê bi zorê hatine derxistin, bi cih bûne û herêm kirine qadeke leşkerî.”

El Yusif îdiayên çeteyan ku ′Ciwanên êlan di nav hêzên wan de hene′ derewandin  û bi domdarî got: “Îdia dikin ku artêş ciwanên êlan e. Lê dema hêzên me bersiva êrişan dan, derket holê ku ew komên êrişkar Cebhet El Nusra ne.”

Elî El Yusif bal kişand ser hevgirtina xelkê herêmê û hêzên leşkerî  jî û got: “Em xelkê vê herêmê ne, ji ber wê jî şênî piştgiriya me dikin. Li ser vê bingehê em soz didin ku dê bersiva tevahî êrişan bidin û rêya şehîdan berdewam bikin.”

(şx)

ANHA