Careke din kêfxweşî li rûyê xelkê Dêrazorê vedigere

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ku ji aliyê QSD′ê ve ji komên çete hatine paqijkirin, kêfxweşiya li ser rûyê şêniyan xuya dibe.

11 îlon, 2023   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 27′ê Tabaxa borî de, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê operasyonek bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî şaneyên DAIŞ, bazirganên narkotîkê û kesên derveyî qanûnan tev digerin, dabû destpêkirin. Operasyon û 8′ê Îlonê bi dawî bû.

Di çarçovaya operasyonê de deverên wekî Şihêl, Bisêra, Hiwêce û Zîban ji çeteyên Newaf El Beşîr û sûcdarên ji herêmên hikumeta Şamê derbas bûbûn, hatin paqijkirin. Piştî qaqijkirinê jiyana asayî li van herêman vegeriya. QSD, Meclisa Leşkerî û Meclisa Sivîl ên Dêrazorê pêdiviyên sereke wekî nan û av li şêniyan belav kirin.

Nûçegihanên me tevgera şêniyan a sûkên bajarokên Şihêl û Zîbanê û belavkirina nan ji aliyê QSD û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ve li şêniyan şopandin. Şêniyan ji bo vegera ewlehiyê li herêmê kêfxweşiya xwe anîn ziman û piştgiriya xwe bi QSD′ê re nîşan da.

(bb)