HRE: 11 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin

HRE`ê aşkera kir ku di encama çalakiyên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar xistine de 11 çete hatine kuştin, 4 çete birîndar bûn û 2 erebe û maşîneyek hatin rûxandin.

HRE: 11 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
10 îlon, 2023   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û çalakiyên li hember ewan êrişan li dar xistina daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hêzê bîlançoya çalakiyên ji 9`ê Tebaxê heta 5`ê Îlonê li dar xistine aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye: “Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî herêmên me bênavber didomin û bi van êrişan gelê me dikin hedef. Her wiha dewleta Tirk a dagirker li herêma Efrînê bi her cure rêbazên şerê taybet  demografiya heremê diguhere. Li hember van êrişên dijminê dagirker ji aliyê hêzên me ve di dîrokên cuda de çalakiyên bersivdayînê hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;

 9'ê Tebaxê, li herêma Marê çalakiyek taybet li dijî seyareyeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de seyare hate ruxandin.

 12'ê Tebaxê, li xeta gundê Meryemînê yê navçeya Şera çalakiyek sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.

 14'ê Tebaxê li herêma Babê çalakiyeke taybet li dijî seyareyeke çeteyên dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birindar bûn. Her wiha seyare hate ruxandin.

16'ê Tebaxê, li xeta navçeya Şêrewa çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Di heman rojê de li xeta navçeya Şêrewa çalakiyeke din a taybet hat lidarxistin. Di encamê de jî 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birindar bû.

 25'ê Tebaxê, li xeta navçeya Şera çalakiyeke taybet hat li darxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û maşineyek kar hat ruxandin.

Di roja 2'ê Îlonê de, li xeta navçeya Şera çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.

5’ê Îlonê, li gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa çalakiyeke sekvanî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Di encama rêzeçalakiyên me de bi giştî 11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 4 çete jî birindar bûn. Herwiha 2 seyare û maşineyek kar jî hatin ruxandin."

(şx)