Pisporên ji Misirê: Destê dewleta Tirk di bûyerên li Dêrazorê de heye

Pisporên ji Misirê got, li pişt hewldanên derxistina fitneyan a li Dêrazorê planeke dewleta Tirk hebû. Her wiha diyar kir ku rola dewleta Tirk di afirandina aloziyan de aşkara ye.

Pisporên ji Misirê: Destê dewleta Tirk di bûyerên li Dêrazorê de heye
10 îlon, 2023   07:51
QAHÎRE- MUHSIN El MISIRÎ

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê 8′ê Îlonê têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ ku 27′ê Tebaxa borî li gundewarê Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞ, sûcdar û bazirganên narkotîkê dabû destpêkirin, daxuyanî da. QSD′ ragihand ku operasyona leşkerî ya bingehîn a li Dêrazorê bi dawî bûye û derbasî operasyonên ewlehiyê yên diyarker bû.

Pisporên ji Misirê diyar kir ku rola dewleta Tirk di tevliheviya li Dêrazorê de hebû û gotin: "Di serî de Ereb û Kurd ji gelê herêmê tê xwestin ku li hemberî komployên dewleta Tirk bisekinin. Dewleta Tirk ji bilî têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û destwerdana li kar û barên welatan tiştekî din naxwaze."

KOMPLOYA ERDOGAN Û HAKAN

Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Şaban daxuyaniyên serokkomarê dewleta Tirk  a dagirker Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê karên derve yê dewlet Tirk yên der barê bûyerên li Dêrazorê de red kirin ku wekî şerê di navbera Kurd û Ereban nîşan didan.

Şaban diyar kir ku Erdogan hewl dide fitneyê li bakurê Sûriyeyê belav bike û fitneyan wekî rêbazekî nû ji bo kontrokirina herêmê û pêkanîna planên xwe dibîne.

Her wiha got, divê Erdogan ji bakurê Sûriyeyê vekişe û ji hewldanên rewakirina dagirkeriya xwe ya bi navên cuda ya li ser xaka Sûriyeyê, dûr bikeve.

Şaban destnîşan kir ku destê dewleta Tirk di gûrkirina şerê li Dêrazorê de de heye da dixwaze planên xwe bi cih bîne û wiha domand: "Pêwîstiya vê yekê bi îsbatan tune ye. Siyaseta mêtingeriya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ji piştî sala 2011′an ve hatiye sepandin. Destê Tirkiye di wêrankirina Sûriyeyê de heue û hemû rêxistinên terorîst ên wekî Cebhet El Nusra û yên dîtir çêkara Tirkiyeyê ne."

Şîrovekarê siyasî yê ji Misirê, Hakan Fîdan wekî endazyarê operasyonên qirêj ên Tirkiyê wesifand û got, hewldanên wî yên pêkanîna fitneyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tişekî ne nû ye.

Îbrahîm Şaban di dewama xaftina xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî Ereb û Kurdan li hemberî hev sor bike û îşaret bi vê yekê kir ku felsefeya biratiya gelan a ku Ereb û Kurdên bakurê Sûriyeyê kiriye yek dikare dawîn li nakokiyên çêkerî bîne.

Îbrahîm Şaban di dawiyê de got, kengî dewleta Tirk a dagirker destê xwe ji Sûriyeyê derxe hingî wê tevliheviya li Dêrazorê û aloziya Sûriyeyê bi dawî dibin û dê mêtingeriya wê ya li herêma erebî raweste. Şaban hişyarî da ku eger destwerdana dewleta Tirk bi dawî bibe dibe ku şerekî demdirêj li Dêrazorê û bajarên din ên Sûriyeyê biqewime.

Lêkolîner û dîrokzanê ji Misirê Elî Ebû El Xêr jî da zanîn ku bûyerên li rojhilatê Sûriyeyê rû dan îsbat dike ku tiliya dewleta Tirk tê de heye û got Tirkiye ji bo gûrkirina nakokiyan ku bighêje asta şerekî çekdarî dixebite.

Ebû El Xêr got, ya piştîrast dike ku tiliya rejîma Tirk di aloziyê de heye, daxuyaniyên wezîrê karên derve Hakan Fîdan e û got: "Fîdan îdia kir ku Kurd berpirsê van bûyeran e, nemaze ku ligel kiriyarên çewsîner ên rejîma Tirk ên li dijî Kurdan ku ji serdema Ataturk ve heta niha dewam dike, ev tiştekî aşkara û pêşênîkirî ye.′′

Dîrokzan Elî Ebû El Xêr anî ziman ku Erdogan dixwaze nakokiyan derbasî Sûriyeyê bike da ku li Tirkiyeyê bi gelê Kurd re nekeve şerekî û got, Erdogan dixwaze Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tune bike da ku Kurd partiyekî nebîne ku xwedî li doza xwe derkeve.

Ebû El Xêr bal kişand ser bangên li Tirkiye û derveyî yê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî ev wiha pê de çû: "Ev bang Erdogan li pêşberî zextên gel dihêle. Di encamê de ji bo ku şer û alozî berdewam bikin da ku berjewendiyên Erdogan û pergala wî pêk were, dixwaze bala kesên banga bidawîkirina tecrîdê dikin û kurdên li Sûriyeyê, bikişîne cihek din."

Elî Ebû El Xêr di dawiya axaftina xwe de got: "Ji xwîşk û birayên Kurd û Ereb tê xwestin ku rê li ber fitneyan bigirin û nekevin xefka Tirkiye. Divê derfetê nedin Erdogan ku pêş de biçe. Divê Ereb piştgiriyê bidin û beşdarî çalakiyên wan ên bi banga serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan bidin.  Di heman demê de banga min  li Kurdan ev e bi gelê li rojhilatê Sûriyeyê û seranserî axa Sûriyeyê re lihev bike."

(bb)

ANHA