Biden diçe Vietnamê

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî civîna Koma 20 ku li New Delhiyê li dar ketiye, diçe paytexta Vietnamê Hanoi.

Biden diçe Vietnamê
10 îlon, 2023   09:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Pres, Washington li gel hevirkiya tund bi Pekînê re hewl dide ku bi rêya Asyayê têkiliyan vegerîne. Di wê çarçoveyê de serokê Amerîkayê Joe Biden îro diçe Hanoi ku hêvî dike bazirganiya bi DYA`yê re xurttir bike.

Vietnamê; DYA`yê weka Çîn û Rûsyayê gihand asta şirîkê stratejîk ê giştî. Ev nîşan dide ku Vietnam dixwaze dostaniyên xwe biparêze. Dema ku şîrketên amerîkî û ewropî li alternatîfên kargehên çînî digerin.

Biden meha borî got Vietnam naxwaze li ser asta parastinê hevbendiyê bi DYA`yê re bike lê belê têkiliyan dixwaze ji ber ku dizane Çîn ne ya yekane ye û dikare têkiliyên xwe yên taybet diyar bike.

Di heman çarçoveyê de cîgirê şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê John Weiner got Washington hewl dide ku têkiliyên bi Vietnamê re bigihîne asta herî bilind û hevkariya di navbera her du welatan de dê bigihêje asta ewlehiyê.

Her wiha aşkera kir ku di serdanê de behsa lihevkirinên muhtemel ên çek ên Amerîkayê nayê kirin lê di heman demê de diyar kir ku DYA û hevalbendên wê, dê hewl bidin jêderên çek ên Vietnamê dûrî Rûsyayê, cihereng bikin.

Li gor Reutress piştî aloziya têkildarî Deryayê Başûr ê Çîn e, têkiliyên Vietnam û Çînê car caran  aloz dibin.

Pirsporê kar û barên Vietnamê Carlyle Thayer ji rojnameya Wall Street Journal wiha got: “Peywendiyên Vietnam bi DYA`yê re beşeke stratejiya berfireh a kûrkirina têkiliyan bi gelek dewletên biryani re ye. Gepepêşana aborî li Çînê hêdî dibe, Rûsya ku ji demeke dirêj ve piştgir e ji ber destwerdana Ukraynayê hat tecrîdkirin. Sala borî Vietnamê têkiliyên bi Kora Başûr re xurttir kir. Hanoi hewl dide jî ku têkiliya bi Awustralya, Japon û Sîngapurê re xurttir bike. Ev beşeke lîstika nû ya Vietnamê ye.”

(şx)