Bloomberg: G20 endametiya daîm da Yekitiya Afrîkayê

Ajansa Bloomberg got G20 li ser dayîna endametiya daîm ji Yekitiya Afrîkayê re erê kir û heman rweşa Yekitiya Ewropayê li hundirê G20 e.

Bloomberg: G20 endametiya daîm da Yekitiya Afrîkayê
7 îlon, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

G20 li ser endametiya daîm a Yekitiy Afrîkayê erê kir û rewşa wê heman rewşa Yekitiya Ewropayê li nava komê ye.

Li gorî Bloombergê, çaverê ye serokên G20 di lûtkeya şemiya bê li Hindîstanê li dar bikeve biryara erêkirinê ragihîne.

Yekitiya Afrîkayê ku ji 55 endaman pêk tê, niha xwedî statuya "rêxistineke navneteweyî ya vexwendî" ye.

Dema erêkirina fermî pêk hat, dê ev bibe gaveke herî nûjen di hemleya zêdekirina welatên Afrîkayê li nava dozên cîhanê de; mîna guhartina avhewayê, deynên sûkên nûjen.

(fr)