​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandanên Siwêdayê hêzên xwe kom dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên ewlehî li Quneytere û gundewarên Şamê, rewşên li Lubnan û Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandanên Siwêdayê hêzên xwe kom dike
7 îlon, 2023   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûriyeyê nûçeyek bi sernavê ′Hemwextî rewşa ewle ya li gundewarên Şamê bendên kontrolê li ser rêya Quneytere û Şamê hatin rakirin′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de wiha got: "Desthilatên ewlehî yên Şamê yek ji mezintirîn bendên kontrolê li ser rêya di navbera Quneytere ya li herêma Colanê ya başûrê Sûriyeyê û Şamê rakir. Di demekê de jî desthilatên ewlehiyê bendên xwe li derdora bajarokê Renkos li herêma Qelemon ê gundewarên bakur-rojavayê Şamê zêde kirin."

Li gorî rojnameyê, ev sewqiyetên ewlehiyê beriya zêdetirî 2 hefteyan tevî siloganên dijberî hikumeta Şamê li herêma Qelemon pêk hatin.

Çavkaniyên herêmî ji herêma Qelemon ji rojanmeyê re got saziya ewlehiya leşkerî beriya 2 rojan li Yebrûd hemleyeke girtinê ya fireh da destpêkirin. Li kêlek hemleyê dewriyeyên mezin li kolanên bajêr ji bo kesên neçûne leşkeriyê pêk hatin û bi dehan ciwan hatin girtin.

′LUBNAN QADA PEYAMÊN AJANDEYÊN AMERÎKA-ÎRANÊ LI HERÊMÊ YE′

Piştî cemidandina qada Lubnanê li gel krîzên siyasî û aborî, ji nişka ve berpirsên amerîk û îranê serdana Beyrûtê kir.

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser serdana navbeynkarê Amerîkî Amos Hochstein di 30′yê Tebaxê de û serdanê wezîrê karên derve yê Îranê Emîr Ebdulehyan piştî wê bi rojekê ji Beyrûtê re. Li ser tesadufiya serdanên wan gelek axaftin hatin kirin; ger ew serdana ji bo rageşiya li Iraq û Sûriyeyê yan jî lihevkirina li ser îstîqrarê ye, nemaze piştî destpêkirina vekolîna li ser petrolê li başûrê Lubnanê.

′DEBÎBE DEST BI HEMLEYEKE DIJBER KIR: RADESTBÛN PÊK NAYÊ′

Rojnameyên El Exbar a Lubnanê der barê rewşa Lîbyayê de diyar kir ku serokê Hikumeta El Wehde El Weteniyê yê desthilata wî bi dawî bûye, Ebdulhemîd Debîbe hewl dide hewl dide li helwesta ewlehî ya li cihên cuda ku hikumeta wî kontrol dike vegere. Ew yek jî piştî tevliheviyên dawî ku li paytextê bi ragihandina hevdîtina wezîra karên derve Necla El Menqoş bi hempîşeya xwe ya îsraîlî Eli Cohen li Roma çêbûne, pêk hat.

Li gorî rojnameyê, ji ber tevgera gelek milîsên girêdayî Debîbe li hundirê paytextê bi awayekî yekalî û redkirina wan ji perspektîfên qedexekirina xwepêşandêran ku xwepêşandanên xwe mezin nekin, pêk hat.

(fr)