Di hewldana ketina gundên Minbicê de gelek çete hatin kuştin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bakurê Minbicê de têk bir, gelek çete kuştin û çek desteser kirin.

Di hewldana ketina gundên Minbicê de gelek çete hatin kuştin
7 îlon, 2023   07:46
MINBIC

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê hewl da ji gundê Elî Baş ê li başûrê Cerablusê yê dagirkirî ve bikevin gundên Ereb Hesen, Muhsenlî û gundên derdorê yên bakurê Minbicê, lê ew hewldan hate têkbirin.

Li gorî nûçegihanê me agahî dane, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da hewldana ketina çeteyan û gelek çeteyên dewleta Tirk a dagirker kuştin.

Her wiha Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hin çekên navîn û sivik desteser kirin.

(fr)