`Komeke çeteyên Dîfa El Watanî di bin navê êlên ereb de li Zîban in`

Hate ragihandin ku komeke Dîfa El Watanî di bin navê êlên ereb de li bajarokê Zîban in û xelkê li ser derxistina tevliheviyê sor dikin.

`Komeke çeteyên Dîfa El Watanî di bin navê êlên ereb de li Zîban in`
4 îlon, 2023   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyek leşkerî ji QSD`ê ji ajansa me re aşkera kir ku çeteyên Dîfa El Watanî li gundewarê Dêrazorê di bi navê êlên ereb ên Dêrazorê de xelkê herêmê li ser tevliheviyê sor dikin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku komeke çeteyên Dîfa El Watanî, li bajarokê Zîban tev çek û ceblixaneya leşkerî bi cih bûne da ku li hember QSD`ê di bin navê êlên ereb de şer bikin.

Her wiha destnîşan kir ku agahî li ber destê wan hene ku çeteyan cilên sivîl li xwe kirine û di bin navê êlan de tev digerin û tevliheviyê belav dikin.

(şx)