​​​​​​​2 zarok di teqîna bermahiyeke şer de birîndar bûn

2 zarok di teqîna bermahiyeke şer de li gundewarê Til Temirê birîndar bûn.

​​​​​​​2 zarok di teqîna bermahiyeke şer de birîndar bûn
4 îlon, 2023   18:00
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku li gundê Selmase yê rojavayê Til Temirê, bermahiyeke şer bi 2 zarokan de teqiya. Di encamê de

zarokê bi navê Ebdullah Casim Mihemed (11) ji zik û her du lingên xwe de birîndar bû û zarokê bi navê Ebdullah El Mihemed (12) jî ji lingê xwe yê rastê û zikê xwe de birîndar bû.

Her du zarok li nexweşxaneya Lêgerîn a navçeya Til Temirê hatin dermankirin, piştre ew vaguhastin nexweşxaneya El Reca ya Hesekê. 

(şx)

ANHA