Xwepêşandanên li dijî destgîrkirinê li Kerkûkê dest pê kirin – Hate Nûkirin

Li Kerkûkê li dijî destgîrkirina xwepêşanderên Kurd xwepêşandana welatiyên Kurd destpê kir û banga berdana kesên di xwepêşandana Kerkûkê de hatine destgîrkirin, kirin.

Xwepêşandanên li dijî destgîrkirinê li Kerkûkê dest pê kirin – Hate Nûkirin
4 îlon, 2023   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Roj News`ê ragihand ku li taxa Şorîce ya bajarê Kerkûkê li dijî destgîrkirina xwepêşanderên Kurd xwepêşandana welatiyên Kurd dest pê kir û banga berdana kesên di xwepêşandana Kerkûkê de hatine destgîrkirin, kirin.

Her wiha ajansê diyar kir ku ciwanên taxa Şoricî ya bajarê Kerkûkê daketine cade û kolan û daxwaza berdana kesên ku di xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve hatine destgîrkirin, kirine.

Her wiha li gorî agahiyên bi dest ketine, ciwanên ku xwepêşandanê dikin ji aliyê aliyekê siyasî ve hatine arastekirin ku xwepêşandanan bidomînin, da ku aloziya li bajarê Kerkûkê berdewam bike.

Li gorî gotinên hinek şahidên nêzîkî cihê xwepêşandan lê tê kirin, namzetekê PDK’ê li cihê xwepêşandanê dîtine. Herwiha şahidan diyar kirin ku hinek ciwanên ku li rex namzetê PDK’ê bûn piştre tevlî xwepêşandanê bûn.

Hate ragihandin ku xwepêşandana ciwanan ku gûman tê kirin PDK’ê ew ji bo xwepêşandanê bikin ferman daye wan, berdewam dike. Lê hêzeke mezin ya ewlekariyê li devera xwepêşandan lê hatiye belavkirin û ji xwepêşandêran dixwazin ku belav bibin.

Beriya du rojan li Kerkûkê xwepêşandana welatiyên Kurd ya li taxa Rehîmawa li dijî xwepêşandan û girtina rê ji aliyê Tirkmen û Erebên ku bi PDK’ê re tifaqa hilbijartinê çêkirine û li ser daxwaza PDK’ê rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê girtine, hate kirin û di encamê de 4 ciwanên Kurd şehîd bûn û gelek xwepêşander jî jî birîndar bûn.

Her wiha duh bi fermana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê operasyonek ya destgîrkirinan destpê kir, gelek ciwanên Kurd bi hiceta ku aramiya bajêr xirab kirine hatin destgîrkirin.