​​​​​​​Qebîleya Begara ji QSD′ê xwest ku gundên wan rizgar bikin

Qebîleya Begera û xekê bajarê Dêrazorê bang li QSD û Koalîsyona Navneteweyî kirin ku gundên wan ji milîsên Îran û hikumeta Şamê rizgar bikin.

​​​​​​​Qebîleya Begara ji QSD′ê xwest ku gundên wan rizgar bikin
1 îlon, 2023   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekê de  ku hatiye parvekirin, qebîleya Begera û xelkê bajarê Dêrazorê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew aliyên derve yên hewl didin herêmê ber bi fitneyekê ve bikişînin red dikin.

Di daxuyaniya hatî xwendin de hate gotin: "Em zarokên qebîleya Begera û xelkê Dêrazorê bi daxwazên aştiyane yên şêniyên me re ku dikevin xizmetî ewlehî û istiqrara herêmê. Em ê nehêlin milîsên Îranê û rejîma sûcdar derbasî herêmên me bibin. Em amade ne li hemberî çi kesên ku ji destpêka şoreşê ve xwîna gelê me yê Sûriyeyê rijandin, şer bikin. Niha jî hewl didin herêma ber bi şerkî vekirî ve bikişînin û istiqrara herêmên me xirab bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û QSD′ê hat kirin ′′Berpirsyarên xwe yên parastina herêmê ji destwerdana Îran û rejîma Şamê pêk bînin û her heft gundên me ji milîsên Îran û rejîma Şamê rizgar bikin da ku şênî vegerin gundên xwe.′′

(bb)