Li Siwêdayê di xwepêşandanan de girseya jinan

Şêniyên Siwêdayî xwepêşandanên xwe yên bi banga guhartina siyasî ya giştî li welat, bi beşdariyeke girseyî û beşdariya mezin a jinan dewam dikin.

Li Siwêdayê di xwepêşandanan de girseya jinan
1 îlon, 2023   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên Siwêdayê di roja 13′yan de dewam dikin. Di saetên sibehê de girseya gel a ji gund û bajarokên bakur-rojhilatê bajêr gihaştin Qada Keramê ya li naverasta Siwêdayê. Xwepêşandêran di bangên xwe de daxwazên guhartina siyasî, îstîfakirina Beşar Esed kirin.

Çaverê ye beşdariya welatiyan bigihîne bi hezaran.

Mîna rojên berê, jinan bi girseyî li Qada Keramê amade bûn û di dîmen û wêneyên li ser malpera Siwêda 24 de aşkera bû ku jin sendewîşan li xwepêşandêran belav dikin û hin jî bi cilên erebî beşdar bûne.

(fr)