Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdan

Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û soz da ku li rêça wan bimeşin û tola wan hilînin.

Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdan
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdan
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdan
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdan
Şêniyên Reqayê sersaxî da malbatên şehîdan
1 îlon, 2023   11:39
REQA

Şêniyên Reqa, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Tebqa û Reqayê, meclisa giştî û meclisên gel ên Reqayê û gundewarên wê berê xwe da konê sersaxiyê yê 5 şervanên Lîwa El Şîmal El Demokratî; Mihemed Mahir Helîb, Feyad Terad El Ebdullah, Xalid Hemod Zêno, Mihemed Omer El Taha û Mistefa Xalid Xetîb. Ev şervan di 29′ê Tebaxê de di çarçoveya Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbûn. Konê sersaxiyê li navenda Meclisa Kesk a Idlibê ya li Reqayê hate vedan.

Di merasîmê de bavê şehîd Xalid Zêno axivî û rola şehîd û fedakariyên wan ên pêkanîna ewlehiyê silav kir.

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemod soz da ku ew ê li ser rêça şehîdan bimeşin û tola wan hilînin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Reqayê Luey El Îsa axivî û wiha got: "Şehîd di oxira parastina şêniyên Dêrazorê û pêkanîna ewlehiyê, her wiha têkbirina fitneya ku dewleta Tirk a dagirker, rejîm û Îranê derdixin de canê xwe da."

El Îsa wiha domand: "Em şêniyên Idlib û Lîwa El Şîmal silav dikin û li kêleka wan in û em bi saya şehîdan bi ewle dijîn."

Merasîm bi diruşma ′şehîd namirin′ bi dawî bû.

(fr)

ANHA