Di şerê ′Tehrîr El Şam′ û hêzên hikumeta Şamê li Laziqiyê de kuştî û birîndar

Di encama êrişa çeteyên ′Tehrîr El Şam′ li nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiyê de kuştî û birîndar çêbûn, di nav de rojnamevanek heye.

Di şerê ′Tehrîr El Şam′ û hêzên hikumeta Şamê li Laziqiyê de kuştî û birîndar
1 îlon, 2023   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên ′Muewaiye Bin Ebî Sufyan′ ên girêdayî çeteyên ′Tehrîr El Şam′ vê sibehê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê ên li derdora Seraf a herêma Cebel El Ekrad a li bakurê Laziqiyê kir.

Di êrişeke çeteyan li dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê de çeteyekî ′Tehrîr El Şam′ hate kuştin û 2 çete din birîndar bûn, her wiha rojnamevanekî pevçûn dişopand birîndar bû.

SOHR′ê destnîşan kir ku şerekî dijwar di navbera çeteyên Tehrîr El Şam û hêzên hikumeta Şamê de li herêma navborî çêbû, hemwextî wê topbaranên dualî jî hebûn, di encamê de 5 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin, her wiha agahiyên li ser kuştî û birîndarên din jî hene.