ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-9-2023
31 tebax, 2023   23:00

Dayik û xwişkên şehîdan diyar kirin ku bi girankirina tecrîda dijî Rêber Abdullah Ocalan re fikarên wan zêdetir bûne û gotin: “Ji her kesî zêdetir divê em jin xwedî li Rêberê xwe derkevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyê eşîra El Sade El Tifêhîn Mihemed Ehmed El Elî diyar kir ku di piranî malbatên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şervanên QSD′ê hene û got ew li kêlek zarokên xwe yên di QSD′ê de ne ku Operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" li dijî destwerdana derve dane destpêkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Omer Elî bi rêya ajokarekî û bazirganekî narkotîkê li cihê ku kar dikir, bû qurbana narkotîkê. Elî detayên derbaskirina narkotîkê li herêmê Rêveberiya Xweser ji herêmên hikumeta Şamê aşkera kir. BI WÊNE Û DÎMEN)

Dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê bi armanca mayîndekirina dagirkeriya xwe li Efrînê, xwecihên herêmê neçar dikin ku mal û milkên xwe li ser navê çeteyan û biyaniyên li Efrînê hatine bicihkirin, qeyd bikin. (BI WÊNE)

Berdevkê Komîteya Windahiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Omer destnîşan kir ku armanca sereke ya komîteyê ew e ku ji bo windahiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî databasek (agahîdanek) amade bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û MSD'ê tevkariya ENKS-PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, tevkariya bi dagirkeran re bê exlaqî û xiyanet e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Afrîkaya Başûr bi armanca berfirehkirina serweriya xwe û guhertina siyaseta cîhanî û pêkanîna hevsengiyekê bi hegemoniya Amerîkayê ya li ser cîhanê re, endamtiya 6 dewlet Argentîn, Misr, Etyûbya, Îran, Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Erebî di BRICS de erê kir. (BI WÊNE)