Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hêzên me bersiva êrîşan didin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahiyên têkildarî serweriya çeteyan li nuqte yan gundên li gundewarê bakur rojavayê Minbicê, derewandin û diyar kir ku hemû hêzên wan li nuqteyên xwe ne û bersiva êrişên çeteyan didin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Hêzên me bersiva êrîşan didin
1 îlon, 2023   06:34
 MINBIC

Berdevkê hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş diyar kir ku agahiyên têkildarî serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê El Biwêhêj ê gundewarê rojhilatê bajarê Babê, ne rast in. Derwêş ragihand ku niha di navbera hêzên meclisê û çeteyên êrişkar de şer dewam dike.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji saetên serê sibehê de bi bejahî êrişî gundewarê bakur û rojavayê Minbicê kir. Hemwextî êrişê herêm hat topbarankirin. Hêzên Meclisa Leşkerî jî bersiv da, her wiha êrişa li gundewarê bakurê Minbicê têk bir.

Şerê li hin gundên li bakurê rojavayê Minbicê hê jî berdewam dike.

(c)

ANHA