Agahiyên nû têkildarî çeteyên ji herêmên hikumeta Şamê derbasî Dêrazorê bûne

Rayedarekî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê destnîşan kir ku çeteyên ji herêmên hikumeta Şamê derbasî rojhilatê Dêrazorê bûne, dîsa ber bi rojavayê Firatê ve reviyane û da zanîn ku xebatên wan li dijî yên mane berdewam in.

Agahiyên nû têkildarî çeteyên ji herêmên hikumeta Şamê derbasî Dêrazorê bûne
31 tebax, 2023   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) agahiyên din têkildarî çeteyên ji herêmên hikumeta Şamê derbasî herêmê bûne û amadekariyan dikin ji bo ku êriş QSD`ê bikin, parve kirin.

Navendê destnîşan kir ku hin aliyên ewlehiyê yên rejîma Sûriyeyê duh êvarê çek derbasî herêmê kir ji bo ku fitneyê li herêmê derxin û her wiha fişar li rûsiyên herêmê jî kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî li ser malpera xwe ya fermî agahiyên din parve kirin û wiha nivisî: “Çeteyên ku derbasî Cedîde El Igêdat bûne, dîsa ber bi herêmên rejîmê yên li rojavayê Firatê ve reviyan. Xebatên girtina çeteyên mayî li El Şihêl berdewam in.”

(şx)