QSD`ê: Xurtkirina Ewlehiyê li gor plansaziyê û armancên diyar berdewam e
QSD`ê got operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li gorî plansaziyê û armancên wê yên diyar di roja çaran de berdewam e. Her wiha aşkera kir ku îro şervanek û 2 welatî şehîd bûne.
![QSD`ê: Xurtkirina Ewlehiyê li gor plansaziyê û armancên diyar berdewam e](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202308/193855_192408_1243010772.jpeg)
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî geşedanên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ku li dijî DAIŞ û hin sûcdaran li gundewarê Dêrazorê ragihandibû, parve kirin.
Navendê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku operasyon di roja 4`emîn de li gorî plansaziyê û armancên wê berdewam in û ev agahî parve kirin: “Hêzên me spasiya xelkê Dêrazorê û rûspiyên wê dike ji ber ku ji roja destpêkê ya operasyonê li rex hêzên operasyonê bûn û piştgiriya pêwîst ji wan re pêşkêş kir.
Dema hêzên operasyonê bi pêş diketin, komeke çekdar li bajarokê El Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê êriş dewriyeyeke hêzên me kir û şer derket. Di encamê de şervanekî me û 2 welatî şehîd bûn.
Hêzên me li gel ku ji ber şehadeta welatiyan xemgîn e lê di heman demê de destnîşan dike ku dê bilez lêpirsînekê der barê êrişê de dest pê bike û kesên destê wan tê de heye bigire û cezayê herî giran li wan bibire.”
(şx)
ANHA