Rêveberiya Xweser: Hevkarên DAIŞ'ê hewl didin rêça operasyona leşkerî biguherînin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku hin piştgirên şaneyên DAIŞ'ê hewl didin ku rêça operasyona leşkerî û hewldanên pêkanîna aramiyê li herêmê biguherin û fîtneyê li herêmê peyda bikin da ku planên xwe yên li dijî ewlehiya şêniyên Dêrazorê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser: Hevkarên DAIŞ'ê hewl didin rêça operasyona leşkerî biguherînin
30 tebax, 2023   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya ji ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ji bo rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ`ê, dûre ji bo ku xelkê herêmê herêmên xwe birêve bibin û xizmeta herêmên xwe di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bikin, bi hezaran şehîd da û fedakariyên mezin kirin ta ewlehî li herêmê dabîn bû.

Lê belê piştî têkbirina DAIŞ'ê di Baxozê de, rêxistina terorîst hewl da ku bi rêya şaneyên xwe ewlehiya herêmê têk bibe û kirîzê kûrtir bike û jê sûdê wergire. Lê belê Rêveberiya Xweser bi armanca parastina aramiya herêmê hertim nakokî bi rêya diyalog û nîqaşê çareser dike. Li gor Rêveberiya Xweser ewlehiya şêniyan xeteke sor e û divê her kes li gor wê tev bigere.

Tevî geşedanên li herêmê û gefên dewleta Tirk a dagirker berî çend rojan QSD'ê dest bi operasyoneke leşkerî bi navê "Xurtkirina ewlehiyê" dest pê kir bi armanca vegerandina ewlehiyê û girtina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê yên li Dêrazorê. Îro hemwextî vê pêngava leşkerî planên derxistina fitneyê di nav pêkhateyên gelê me de derdikevin. Jê armanc dikin ku rêça operasyona leşkerî û hewldanên pêkanîna aramiya herêmê biguherin û planên xwe yên dijberî ewlehiya xelkê me yê li Dêrazorê pêk bînin.

Em bang li gelê xwe yê Dêrazorê dikin ku bi planên li dijî berjewendiya gelê me û aramiya herêmê neyên xapandin, her wiha em destnîşan dikin ku armanc ji pêngavê pêkanîna aramî û aştiyê li herêmê û parastina rûmeta gelê me ye.

Îro, piştî gelek salan ji hevgirtina gelê me û avakirina rêveberiyeke azad, hin alî hene dixwazin vê îradeyê têk bibin û tevliheviyê li herêmê vegerînin û rûmeta gelê me binpê bikin. Ev jî ji bo me nayê qebûlkirin û em ê li dijî van daxwazan têkoşîna xwe bidomînin."

(mh/şx)