Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civîna xwe ya bi hejmar 84`an de, qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir
30 tebax, 2023   14:24
 REQA

Nûnerên Nivîsgeha Dirav û Mûçedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, cigîra Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê di civînê de hazir bûn ku li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar ketiye.

Di civînê de cîgirê hevserokatiya Melisa Giştî Yasir El Silêman reşnivîsa qanûnê xwend ku ji 65 bendan pêk tê. Jê ya herî girîng qanûna pereyên nerewa û fînansekirina terorê, belavkirina çekên nukleerî, erkên saziyên malî, nivîsgeh û şîrketên vaguhastina pereyan, girankirina cezayan, cezayê nepêkanîna biryarên Meclisa Ewlehiyê û cezayên navneteweyî.

Piştî nîqaşkirina bendên qanûnê û pêkanîna hin guhertinan, beşdaran qanûn erê kir. Bi wê re biryar di roja derxistinê de dikeve meriyetê.

(şx)

ANHA