Jinên ciwan û şêniyên Qamişloyê dijî tecrîdê meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û diyar kirin ku ew dê li derdora dirûşma “Kes nikare Roja me tarî bike” kom bibin.

Jinên ciwan û şêniyên Qamişloyê dijî tecrîdê meşiyan
30 tebax, 2023   17:47
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo bi dehan şênî ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan. Meş ji çerxerêya Sonî hetanî çerxerêya Şehîd Rûber bi berzkirina sloganên “Bê Serok Jiyan Naba” li dar ket.

Meşevan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî serbixe azadî” rakirin.

Meş li çerxerêya Şehîd Rûber rawestî û veguherî mêtingê. Di mêtingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo Barî Botan daxuyaniyek bi navê yekitiyê xwend. Barî diyar kir ku hêzên hegemonîk di dîrokê de heya roja îro bê navber êriş gelê Kurd dikin, li hember van êrişan ji bo gelê Kurd bibe xwedî nasname, welat û ziman ev 50 sal in Rêber Abdullah Ocalan bê navber têkoşîn dike û wiha pê de çû: “Hêzên hegemonîk ji bo ku tekoşîna gelê Kurd tune bikin û ji bo ku fikr û felsefeya Rêber Apo di Rojhilata Navîn de belav nebe komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anî û ew dîl girt. Berxwedana ku ev 25 sal in di nava tecrîdê de tê kirin wê xewn û xeyalên dijminan pêk neyine.”

Barî Botan wiha pê de çû: “Em weke jinên ciwan jiyaneke bê Rêbertî qebûl nakin, em ê li derdora dirûşma `Kes nikare Roja me tarî bike` kom bibin.”

Barî bang li tevahî jinên ciwan û ciwana li Kurdistanê kir ku li hember siyaseta tecrîda girankirî a li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwedî helwest bin.

Meş bi slogana “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(sb/şx)

ANHA