4.Kongreya Awarte ya HDP’ê tê lidarxistin-HATE NÛKIRIN

Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP`ê Pervîn Buldan, 4`emîn Kongreya Awarte ya Partiya Demokratîk a Gelan bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar didome.

4.Kongreya Awarte ya HDP’ê tê lidarxistin-HATE NÛKIRIN
27 tebax, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 4’emîn Kongreya Awarte li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li paytexta Tirkiye Enqereyê li dar dixe. HDP ku derheqê wê de doza girtinê hatiye vekirin û amadekariyan dike ku xebatên çalak di serdema nû de dewrî Partiya Çepên Kesk bike, li eywana kongreyê pankarta “Hêvî em in” hilayîst.

Parlamenterê HDP’ê yê berê Mûrat Çepnî ji ewil axivî û wiha got: “Her kes dixwaze em di nava xwe de bisînor bimînin. Lê em ji bo serkeftinê li vê derê ne. Dîroka HDP’ê dîroka vê ye.”

Piştre jî Emîralî Turkmen û Halîde Turkoglû ji bo serokatiya dîwanê hatin hilbijartin. Dîwanê, kongre diyarî Dayikên Aştiyê Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ên dema ji bo îfadeyê çûn Colemêrgê û dema vedigeriyan Geverê di 22’yê tebaxê de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dayîn kir.

Piştî hilbijartina dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin.

Di kongreyê de piştre jî Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar axivîn.

PERVÎN BULDAN: SOZA ME YA JI BO WAN E

Pervîn, di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji bo girtiyên siyasî, kesên li sirgûnê û hemû kesên nekarin tev li kongreyê bibin kir û wiha got: “Di şexsê Denîz Poyraz a hêja de ez hemû rêhevalên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dayîn bi rêzdarî û biminet bi bîr tînim. Her wiha xwedê rehma xwe li Dayikên Aştiyê Perîşan Akçelîk û Adalet Safali bike. Bila soza me ya ji bo wan be ku heta aştî tê vê xakê û heta rondikên çavên dayikan radiwestin û digihijin zarokên xwe em ê vê têkoşînê bidomînin.

YÊN KU ÇAV BERDA YE VÊ ŞITLÊ DÊ NEKARIN VÊ TÊKOŞÎNÊ TUNE BIKIN

Em di ferqê de ne ku bi vê kongreyê ber bi guherîn û veguherînê ve diçin. HDP mîna şitla hezkirinê ye ku di nava hêviyê de şîn bûye. Yên ku dixwazin vê şitlê hişk bikin, yên çavberdane vê şitlê bila baş bizanin ku dê nekarin bi operasyon û darbeyên qeyûman, bi dozên kompasê vê têkoşînê tune bikin. Li dijî van operasyonan em bi serfirazî li ser pêya ne. Ji kolanan heta meydanan, ji nav zeviyan heta girtîgeh û eywanên dadgehan, têkoşîna me li her deverê didome.

ME SERÎ NETEWAND

Me her tim li dijî bahozan li ber xwe da û têkoşiyan. Me hêvî mezin kir, paşve gav neavêt û tu caran dudil neman. Mîna Mehmet Sîncar, Mûsa Anter, Vedat Aydin û Îbrahîm Ayhanan em her tim li ser pêyan man. Xwestin bi planên têkbirinê serî bi me bidin tewandin lê me tu carî netewand û planên wan vala derxistin.

HÛN NIKARIN RÊYA ÇARESERIYÊ BIXITIMÎNIN

Welêt di pêvajoyeke giran de ye. Li çar aliyan krîz û alozî hene. sedema vê jî pirsgirêka kurd e, pirsgirêka wekhevî û tecrîdê ye, darbeya qeyûman e, qirkirina jinan û pirsgirêka talan, nelirêtî û demokrasiyê ye. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin û pirsgirêkan çareser bikin. HDP ji bo vê heye. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe ya aştiyeke birûmet bernedin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û guftûgoyê were çareserkirin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em soz didin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê xurtir û mezintir bikin. Aqilê dewletê yê ku li Îmraliyê tecrîdê li birêz Ocalan ferz dike baş bizane ku dê nekare rêya çareserî û aştiyê bixitimîne. Em careke din soz didin ku dê bi têkoşîna xwe dawî li vê tecrîdê bînin.

EM Ê TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN

Tecrîda li ser birêz Ocalan, tecrîdkirina aştî, demokrasî û pêşeroya welêt e. Divê her kes bizane ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo mafê azadiya zimanê dayikê û baweriyê ya hemû gel û neteweyan bernedin. Di têkoşîna hevalên me yên astengdar de em ê li gel wan bin. Em soz didin ku dê têkoşîna ji bo kurd, elewî, ermen, suryan, êzidî, roman, çerkes, laz, pomak û hemû gelan mezintir bikin. Dê têkoşîna me ya ji bo makeqanûneke piranîparêz, demokratîk û sivîl bidome. Em ê her tim cem kedkaran cih bigirin, têkoşîna li dijî rejîma qeyûman mezintir bikin, li dijî talankirina xwezayê berxwedana xwe mezintir bikin.

Banga min ji bo her kesî ew e ku li dijî kesên gelê kurd înkar dikin bibin yek. Em bi sekn û vîna Newrozê bibin yek, li dijî kesên dixwazin gelê kurd, zimanê me û çanda me tune bikin yekitiya xwe ava bikin. Heta ku em dibêjin her bijî yekitiya gelê kurd li ser vê mijarê bisekinin. Jinên hêja, HDP partiya jinan e. Jinan bi HDP’ê re gelek destkeftî bi dest xistin û pir mezin têkoşiyan. Dê jin di her qadê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabe û bidomîne. Dê kesek nekare pêşiya jinan bigire û jin hêza guherînê ne. Em ê biguherînin, ava bikin û bi ser kevin. Em ê dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê biqîrin û olan bidin.

MIN SOND XWARIYE KU DÊ DI VÊ RÊYÊ DE BIMEŞIM

 Serbilind im ku bûm kedkareke fikriyata HDP’ê û bûm endama wê. Ev doz, doza wan kesan e ku di nefesa xwe ya dawî de jî digotin ez deyndar diçim e. Min jî sond xwariye ku dê heta nefesa xwe ya dawî di vê rêyê de bimeşim û bibim parçeyeke vê têkoşînê. Ev nêzî 5 sal in hevseroka giştî ya vê partiyê me. Me got ku niha jî dem dema guherîn û veguherîneke mezin e. Tu kes ji me mimkin nîne dengên me di hilbijartina dawî de girtin qebûl bike. Ji bo ku li rexneyên we guhdar bin, me bi gel re, bi avadanî û rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan, bi meclisên jin û ciwanan re civîn li dar xistin û niha jî 4’emîn Kongreya Awarte li dar dixin. Di serî de hevalên me yên li girtîgehan, spasiyên xwe pêşkeşî hemû hevalên jin, Dayikên Aştiyê û gelê me dikim ku di vê pêvajoyê de ji min re bûn heval û rêheval. Ez soz didim ku dê her tim li cem we bim. Dê ev têkoşîna birûmet teqez bi ser keve. Dê zalim têk biçin û serkeftin a mazluman be. Rêya me tevan vekirî be. An serkeftin an azadî an azadî.”

 Kongre, bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar didome.