Serpêhatiyeke koçberiyê

Sûzan koçbereke ji Girê Spî ya dagirkirî ye, du keçên wê bi nexweşiyên giran in. Barên dermankirina keçên wê jî daye ser êşa koçberiyê û rewşa wan xirabtir kiriye.

Serpêhatiyeke koçberiyê
27 tebax, 2023   08:10
EYN ÎSA

Sûzan El Hebîb (40) koçbereke ji gundê Şergirak ê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî ye. Sûzan dayika 4 zarokan e (kurek û 3 keç). 2 keçên wê; Henan (13) û Beyan (11) ji dema jidayikbûnê ve bi nexweşiya Tumora Mejî ne. piştî ku ji Girê Spî hatin koçberkirin êdî nikarîn dermankirina xwe dewam bikirana, ji ber wê nexweşiya gurçikan jî bi wan re çêbûye.

Sûzan jî wekî şêniyên din ên Girê Spî, piştî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a 9`ê Cotmeha 2019`an, ji bajarê xwe hat koçberkirin û tevî malbata xwe li gelek deverên li Reqayê û gundewarê wê bi cih bû. Ew li cihê ku lê kar peyda dikirin, bi cih dibûn.

Herî dawî beriya 4 mehan Sûzan berê xwe da Kampa Koçberên Girê Spî û di konê tiyê xwe de bi cih bû. Sûzan ku deynên li ser wan zêde bûn û êdî nikarîn dermanan bikirin û malekê kirê bikin, neçar ma berê xwe bide kampê.

Sûzan ji bo dermankirina herdu keçên xwe bi awayekî yasayî ji bo şûştina gurçikan wan dibe Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê. Hevserê Sûzan jî ji bo debara malbatê bike û mesrefa dermankirina keçên xwe bişîne, berê xwe da dewleteke cîranê Sûriyeyê. Rêxistinên mirovî yên li kampê jî tu alîkariyê pêşkêşî wan nakin.

Dema ku me serdana konê wan kir, Sûzan got: “Ji duh de min keça xwe Henan ji bo şûştina gurçikan şandiye nexweşxaneyê. Birayê wê Mihemed (16) û xwişka wê Neda (15) jî pê re çûne. Min bi 100 hezar lîreyên Sûriyeyê erebeyeke kirê kir da ku wan bibe Reqayê. Ez jî neçar mam bimînim û li keça xwe ya din binihêrim.”

Li gorî gotina Sûzanê, ev 2 sal in rewşa wan wiha ye. Ew hefteyê du caran keçên xwe ji bo şûştina gurçikan dibe nexweşxaneyê.

Hîna em li ba Sûzanê rûniştîbûn, cîranekî wan hat û got ku keça wê bi telefonê li wan geriyaye û gotiye ku ew ji duh li nexweşxaneyê asê mane û li benda erebeyekê ne ku wan vegerîne kampê. Dema ku detayên mijarê ji Sûzanê pirsîn, wiha bersiv da: “Şûştina gurçikan 5 saetan dirêj dike. Erebeya ku me kirê kiriye û ew pê şandine jî li benda wan namîne heta ku xilas bikin. Ji lew re em neçar in ku erebeyeke din kirê bikin da ku wan vegerîne kampê.”

Sûzan têkildarî lêçûna dermankirina her du keçên xwe jî ev agahî dan: “Jui derveyî kiriyê erebeyan yak u wan dibe nexweşxaneyên Reqayê û tîne, lêçûna dermanan û pêdiviyên din ên tibî nêzî 150 dolarî ne.”

Sûzan dibêje: “Li kampê bi dehan rewşên nexweşiyên giran hene, rewşa jiyanî jî barê koçberan girantir kiriye. Ka ev rêxistinên mirovî yên li kampê çi alîkariyê pêşkêş dikin !?”

Sûzan ji rêveberiya kampê û rêxistinên navneteweyî û mirovî xwest ku li rewşa wê û rewşên din ên mirovî binihêrin û alîkariyê bidin.

Li gorî sicilên rêveberiya kampê, li kampê 300 nexweşên dil, şekir, tansyon û nexweşiyên din, her wiha 210 astengdar ku piraniya wan zarok in hene.

Tê destnîşankirin ku li kampa koçberên Girê Spî ku Rêveberiya Xweser li nêzî gundê Til Semen (35 km li bakurê Reqayê) ava kiriye, 6 hezar û 844 koçber bi cih dibin. Li kampê du navendên tenduristiyê hene, yek girêdayî rêxistina (IRC), ya din jî girêdayî Rêveberiya Xweser e. Lê pêdivî û lênêrîna tenduristiyê sînodar e û ew navendên tenduristiyê tenê nexweşan kontrol dikin û dermanan nadin. Koçber neçar dibin ku dermanan ji dermanxaneyên derveyî kampê bikirin.

(c)

ANHA