​​​​​​​Li Îranê tenê di mehekê de 25 jin hatin qetilkirin

​​​​​​​Li Îranê di meha Tebaxê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

​​​​​​​Li Îranê tenê di mehekê de 25 jin hatin qetilkirin
27 tebax, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê, li Îranê di meha Tebaxê de herî kêm 25 jin hatin qetilkirin an jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan. Gelek mirinên biguman wekî "xwekuştinê" hatine tomarkirin.

Ji ber nebûna qanûnan û mekanîzmayên qanûnî bi taybetî kuştinên di bin navê "namûsê" de wekî "xwekuştinê" tên tomarkirin.