ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-8-2023
26 tebax, 2023   23:00

Di rojnameyên erebî yên hefteya borî de behsa van mijaran hatin kirin; xwepêşandanên gel ên li Siwêdayê bi desteka serokatiya ruhê fireh dibin û ew jî hikumeta Şamê metirsîndar dike, li aliyekî din jî dewleta Tirk li ser yekkirina rêvebirina herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê dixebite û di serdana Hakan Fîdan de Bexda hate şantajkirin.

Nûredîn Şakir ku birayê şehîdekî HPG'yê ye, 3 caran hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kiriye. Şakir got ramanên Rêber Ocalan hêvî ne û ji bo tevahî gelên bindest rêya xelasiyê ne.

Li navçeya Tirbespiyê şehîdên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li cih û demên cuda şehîd bûne, hatin bîranîn. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên jin ên ji Efrînê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, hişyarî li ser siysetên ENKS′ê û PDK′ê li Efrîna dagirkirî da û ew bi ′xapandinê′ wesif kir û got dê veger piştî zirgarkirina Efrînê be. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Nûçegihanên Jin TV destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina rojnamegeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike ku rastiyê bêdeng bike û sûcên ku li dijî xelkê herêmê pêk tîne, veşêre. )Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Ruha bi dengê xwe yê zîz û stranên neteweyî derdora xwe kêfxweş dike. Bi wê temenê xwe yê biçûk, dixwaze behreya xwe ser bixe. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Sûzan koçbereke ji Girê Spî ya dagirkirî ye, du keçên wê bi nexweşiyên giran in. Barên dermankirina keçên wê jî daye ser êşa koçberiyê û rewşa wan xirabtir kiriye. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)

Komeleya Çandê ya Suryan a Sûriyeyê Mîhrîcana 3`emîn a Merdoso li hola Marbîla ya Hesekê li dar dixe saet di 18:00`an de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN) 

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê xwepêşandaenkê li hember sûcên dewleta Tir ka dagirker û çeteyên wê û hevkariya ENKS`ê û PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê li dar dixe saet di 17:00`am de. (Bİ WÊNE Û DÎMEN)