KNK: Eger dijminê we malavahiya we bike divê hûn deh caran li ser bifikirin

KNK'ê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi rengekî ku mirov jê şerm bike li Hewlêrê hate pêşwazîkirin û  got, ev serdan ji bo rewakirin û dewamkirina êrişên Enqereyê yên li ser herêmê ye.

KNK: Eger dijminê we malavahiya we bike divê hûn deh caran li ser bifikirin
27 tebax, 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan a li Iraq û Başûrê Kurdistanê, ji bo rewakirin û dewamkirina êrişên Enqereyê yên li ser herêmê ye.

KNK'ê daxuyand  ku ji çar dewletên li ser Kurdistanê serwer in; Iraq ji aliyê destûra bingehînî ve maf û hebûna Kurdan nas dike û diyar kir, ku Tirkiye dixwaze Iraqê bikişîne ser xeta xwe û li rejîma Saddam vegere.

KNK'ê destnîşan kir ku niyeta dewleta Tirk 'têkbirina berjewendiyên gelê Kurd hemû' ye û işaret bi helwesta Tirkiyeyê ya di dema referandûma serxwebûnê de kir ku beriya şeş salan hatibû kirin.

EGER DIJMINÊ WE MALAVAHIYA WE BIKE, DIVÊ HÛN DEH CARAN LI SER BIFIKIRIN

KNK'ê şêweyê pêşwazîkirina Hakan Fîdan a li Hewlêrê weke nêzîkatiyeke cihê şermê pênase kir û ragihand, gelek şervan û pêşengên Kurd bi biryara Hakan Fîdan û saziya ku serkêşiyê jê re dike, hatin qetilkirin.

KNK'ê got, Hakan Fîdan spasiya serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê kir û got, "Eger dijminê we malavahiya we bike, divê hûn deh caran li ser bifikirin."

Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin, ku PDK li şûna helwestê li dijî êrişên dewleta Tirk bide, karekî welê dike ku van êrişan hêsan dike û hate gotin, têkildarî êriş û komkujiyên li Pêncewîn, Sîdekan û Bradostê ku di dema serdana Fîdan a li Hewlêrê de qewimîn, rêveberiya Başûr bêdeng maye.

BANGA LI HIKUMETA IRAQÊ Û PDK'Ê

KNK'ê bang li hikumeta Iraqê kir ku hevkariyê bi dewleta Tirk re neke. Her wiha jê xwest ku li ber êrişên dewleta Tirk rabe.

KNK'ê bang li PDK'ê jî kir û diyar kir ku divê tavilê dest ji helwesta xwe berde ku xwe dide aliyê dewleta Tirk û li ser xeta neteweyî vegere.

KNK'ê bang li hêzên Kurdistanî hemûyan jî kir ku li ber dagirkeran rabin û cihê xwe li gel têkoşîna azadiyê ya Kurd bigirin.

KNK'ê her wiha hêzên li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe didin, silav kir.